Corona Informationen auf Kurdisch

Niştecîyên bajarê Kiel ên hêja û delal,


Bi armanca xurtkirina parastinê ji êşa Corona, hikûmeta federal û hikûmetên hermanî rêwerzên parastinê ên nû wergirtine.
Bi taybetî derbarê rojên betalyîyê ên li pêş me - şeva sersalê, roja yekem ji sala nû û rojên cejina rojbûnê (ji 24. ta 26. heyva çilêya pêşîn) agahdarî van xalan bin:

1. Civînên di rojên cejina rojbûnê de ligel 4 kesan ji tengtirîn gilobera malbatî pêktên (zarok bi ser de) ligel kesên her malbatekê serbest in.  Ev tê wê watê, ku ev civîn herweha jî serbest in heger jimara beşdaran bêtirî 5 kesan be an ji 2 malbatan bêtir be. 
2. Civat û civîn di şeva sersal û roja yekem ji sala nû de qedexe ne. Herweha karên agirbazîyê li şûnên giştî qedexe ne.   Firotina amûrên agirbazîyê jî qedexe ye. 
3. Hûn dikarin agahîyên bêtir derbarê pîvanên êşa Corona ên hikûmeta heremî li vir bibînin: www.schleswig-holstein.de

Jibo agahdarkirina kesên di nav me de, ên bi zimanê elmanî nizanin, min ev agahîyên li jor bi zimanê wan ê zikmakî amade kir.  Ez sipasîya xanim Seyran Papo dikim jibo piştgirîya wê.

Em´ê tenê bihevre karibin zora Corona bibin – Ji kerma xwe re alîkar bin!

Cejina we pîroz be,

Thomas Stritzl
Berbijarê perlemana federal ê partîya yekîtîya xiristyan a demoqrat (CDU)